Li Hewlêrê êrîşî ser Rafîneriya Petrolê û baregehên Heşdî Şebî hatin kirin

Rafîneriya Petrolê ya Lanazê li navçeya Xebat a Hewlêrê û baregehên Heşdî Şebî li Tuzxurmatuyê hatin hedefgirtin. Hat destnîşan kirin ku di êrîşên balafirên bê mirov de kuştî û birîndar hene.

Rafîneriya Petrolê ya Lanazê li navçeya Xebat a Hewlêrê û hin baregehên Heşdî Şebî li navçeya Tuzxurmatuyê ya parêzgeha Selahedînê hatin hedefgirtin.

Heta niha derbarê zirara li Rafîneriya Petrolê ya Lanazê de daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn. Nayê zanîn ku bê êrîş bi balafirên bê mirov an bi mûşekan hatiye kirin.

Di heman demê de, baregehên Heşdî Şebî yên Tirkmen ên ku di nav sînorên navçeya Tuzxurmatû ya parêzgeha Selahedînê de ne, sê caran ji hêla balafirên bêmirov ve hatine hedefgirtin. Hat daxuyandin ku di van êrîşan de kuştî û birîndar hene.

Hat destnîşankirin ku baregehên Lîwaya 52’an a Heşdî Şebî yên di navbera navçeya Tuzxurmatû û bajarokê Silêman Begê de sê caran ji aliyê balafirên bêmirov ve hatine bombebarankirin.